Pêşkeftina jinên Îranê di warê rakirina wezneyan berbiçav û bê hempa ye
Serokê berê yê Federasyona Weznê ya Navneteweyî bal kişand ser serketina Yekta Cemalî di Şampiyoniya Ciwanên Cîhanê ya li Uzbekistanê de û got: "Ev yeka awarte û bê hempa ye û geşepêdana weznerakirinê di nav jinên Îranî de pir berçav e.
Li gorî IRNAyê, "Yekta Cemalî", kîlovanê 87 kîloyî yê tîma neteweyî ya ciwanên keçên Îranê, duh di sampiyoniya Cîhanî ya li Uzbekistanê karî bi tomarkirina giraniya 92 kîloyî di tekderbe, 116 kîlo duderbe û tevahî 208 kîlo, sê medalên tûnc bistîne û di pêşbaziyên cîhanî de di dîroka weznerakirinê ya jinan de li Îranê medalên yekem bistîne.
Yekta Cemalî bû yekem jina îranî ku di şampiyoniya Weznerakirina Ciwanên Cîhanê li Uzbekistan ku karî hilkişe ser yek ji sê platformên weznerakirinê û bi destxistina medala tûncê hogirên vê kûrsa werzişê derbarê pêşeroja vê werzişê hêvîdar bike.
Pêşbaziyên Şampiyoniya Weznerakirinê ya Ciwanan a Cîhanê ji 23yê Gulanê de li Taşkenta Uzbekistanê dest pê kiriye û dê îro 31ê Gulanê bi dawî tê.