May 29, 2021 18:01 Asia/Tehran
  • Voleybola Îranê li hemberî voleybola Rûsyayê jî têkçû û eva bû windahiya duyemîn ji Îranê re

Tîma voleybola Îranê li lîstika xwe ya duyemîn ya Lîga Neteweyan di sala 2021 de li hemberî tîma Rûsyayê têk çû.

Li gorî IRNAyê, tîma neteweyî ya voleybola Îranê îro (Şemî) ji saet 14:30 di lîstika xwe ya duyemîn a Lîga Neteweyên Voleybolê de bi Rûsyayê re lîst û bi encama sê-yek bin ket. setên yekem, sêyemîn û çaremîn ên vê lîstikê ji hêla Rûsyayê ve bi pûanên 25 bi 17, 25 bi 20 û 25 bi 17 ve hatin qezenc kirin. Îran jî tenê di seta duyemîn de bi encama 25 bi 20 bi ser ket.

Îran duh jî li hemberî Japonya bi 3-0 têk çû û bi vî rengî di hesreta bidestxistina pûanên vê dewra tûrnûvayê ma.

Serepeyv