May 29, 2021 17:36 Asia/Tehran
  • Têkçûna tîma Voleybala Îranê li hemberî tîma Japonyayê û ji dest dana cîgeha xwe ya yekem

Tîma voleybola netewî ya Îranê di destpêka Lîga Neteweyên 2021 li hemberî Japonya têk çû û de rêzbendiya cîhanê de gav paşda avêt û di nav tîmên Asyayê de pozîsyona jorîn radestî Japonya kir.

Li gorî IRNAyê, Tîma Neteweyî ya Voleybola Îranê duh (Înê) di lîstika xwe ya yekem a di Lîga Voleybola Neteweyên 2021-an de bi encama 3-0 li hember Japonya têk çû. Heman têkçûn bû sedem ku Îran ji rêza heştemîn a di asta cîhanê de dakeve pileya nehem û Japonya jî wekî baştirîn tîma Asyayê were binavkirin.

Di rêbaza nû ya pileya Federasyona Volleyballê ya Navneteweyî de, encama her lîstikê bandorê li ser xalên ku tîm qezenc dikin, dike. Ev senifandin rojane tê ragihandin. şikestina li hember Japonya bû sedem ku Îran di vê rêzkirinê de 10 pûanan winda bike.

Di dawiya roja yekem a Lîga Voleybola Mêran de, pileyek nû ya cîhanî hate ragihandin û Îran bi 269 pûanan di rêza nehemîn de bû. Van salên paşîn, voleybola Îranê di nav tîmên Asyayî de hertim xwediyê pileya herî bilind bû, lê îro, Japonya bi 279 puanan derket pileya heştem.

Brezîlya, Polonya û Dewletên Yekbûyî hîn jî di vê kategoriyê de tîmên çêtirîn in.

Serepeyv