May 28, 2021 10:02 Asia/Tehran
  • Villarreal bo cara yekem bû qehremana UEFA Europa League

Şeva borî li bajarê Gdansk ê Polonyayê (Lehistan) pêşbirka fînala UEFA Europa League di navbera tîma Ispanî Villarreal û tîma Îngilîzî Manchester United li dar ket.

Tîma Villarreal a Ispanî şeva borî bi lêdana Penaltyan (11-10) bi ser tîma Manchester United ket û ji bo cara yekem bû qehremana UEFA Europa League.

Şeva borî li "Stadion Energa" a bajarê Gdansk ê Polonyayê (Lehistan) pêşbirka fînala UEFA Europa League di navbera tîma Ispanî Villarreal û tîma Îngilîzî Man United li dar ket.

Destpêkê, stêrkê Spanî "Gerard Moreno" di xuleka 29'an de gola Villarreal tomar kir, piştre êrişkarê Uruguayanî Edinson Cavanî di xuleka 55'an de bersiv da û du tîm beranber bûn.

Piştî yeksanbûnê, her du tîm çûn lêdana Penaltyê û Villarreal bi encama 11-10 bi ser "MAN United" ket û ji bo cara yekem bû qehremanê UEFA Europa League.

Villarreal bi vê serkeftina mezin, deyndarê golkarê xwe yê Argentînî Geronimo Rowley ye, ku piştî hemû lîstikvan lêdanên xwe avêtin, wî gol tomar kir.

Serepeyv