May 27, 2021 17:57 Asia/Tehran
  • 14 lîstikvanên voleybala Îranê ku li hemberî Japonyayê dilîzin hatin ragihandin

Serekrahênerê tîma netewî ya voleybala Îranê navê 14 lîstikvanên ku biryar e bi tîma Japonyayê re rûbirû bibe îlan kir.

Li gorî IRNAyê, Tîma Neteweyî ya Voleybola Îranê dê di yekem lîstika xwe ya di Lîga Voleybala ya Neteweyan de sibê (Înê) di saet 15:30 ser wextê Îranê de bi Japonya re bilîze.

Vladimir Alkeno, serokrahênerê tîma netewî ya Îranê ji bo vê lîstikê, Mîlad Ebadîpûr, Riza Abîdînî, Seîd Merûf, seyd Mihemed Mûsewî, Pûriya Feyazî, Mihemed Riza Hezretpûr, Mesûd Xulamî, Emîr Xefûr, Sabir Kazimî, Elî Esxer Mucered, Meysem Salihî, Mihemed Riza Wadî, Arman Salihî û Emîr Husên esfendyar bijartine.

Îran bi 17 lîstikvanan beşdarî van pêşbaziyan bûye û divê di her lîstikê de 14 ji wan bide nasandin.

Lîga Neteweyên Voleybalê ya 2021 dê bi forma navendî li bajarê Rimini ya Îtalyayê ve tê lidarxistin.

Serepeyv