May 26, 2021 12:43 Asia/Tehran
  • Li Silêmaniyê; Festîvala Gelawêjê bi tevlîbûna nivîskar, hunermed, wêjevan û siyasetmedaran dest pê bû

Li Hola Otel Ramada ya Silêmaniyê 2'emîn Festîvala Gelawêjê bi tevlîbûna nivîskar, hunermed, wêjevan û siyasetmedaran dest pê kir. Wê festîval 3 rojan berdewam bike.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Endamê Meclisa Bilind a Siyasî ya Berjewendiyên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar di destpêka festîvalê de axivî. Her wiha peyama Wezareta Rewşenbîrî, Şandeya Rewşenbîrên Ereb û Îranê jî hate xwendin.

Mele Bextiyar diyar kir ku nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê dereng ketiye û got ku piştî 30 salên hikumraniyê li ser çi rawestiyan?

Piştre çend helbestên bi kurdî, farisî û erebî hatin xwendin. Koma Ajûwan ku ji Sineyê hatibû jî bi stranên xwe tevlî festîvalê bû.

Bi vekirina Pêşangeha Pirtûkan a li Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê roja yekem a festîvalê bi dawî bû.

Wê festîval di rojên bê da saet 09.30’an dest pê bike û heta saetên êvarî berdewam bike.

Serepeyv