Lîga Voleybolê ya Neteweyan bi serkeftina Hollandayê dest pê kir
Lîga Voleybolê ya Neteweyan bi serketina tîma jinên Hollandî yê li hember Belçîkayê dest pê kir.
Li gorî IRNA, Lîga Voleybolê ya Neteweyên 2021 vê nîvroyê (Sêşem) bi pêşbaziyên beşa jinan dest pê kir.
Di lîstika yekem a pêşbaziyê de, tîma Hollandayê Belçîka 3-0 têk bir. Jinên Hollandî di sê setên li pey hev de bi ser ketin, Jinênê voleybalîst ên Hollandî bi puanên 25-21, 25-19 û 25-18 serketin bi dest xistin.
Vê demsalê Lîga Neteweyan dê bi forma navendî were lidarxistin û ji 25ê Gulanê heta 27ê Hezîranê dê bi mêvandariya bajarê Rîmînî ya Îtalyayê pêk were. Di vê heyamê de, tîmên jinan sê rojan û tîmên mêran sê rojan dilîzin.
Pêşbirkên beşa mêran dê roja Înê, 27ê Gulanê dest pê bikin, û tîma neteweyî ya voleybola Îranê dê di yekemîn pêşbirka xwe de bi Japonya re hember bibe.