May 24, 2021 13:20 Asia/Tehran
  • Fûtbalîstê îranî bû baştirîn lîstikvanê Fûtbala Rûsiyê

Êrîşkerê îranî yê tîma fûtbala Zinîtê wek baştirîn lîstikvanê serdemê yê Lîga sereke ya Fûtbala Rûsiyê hat bijartin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Li gorî raporsîna malpera Sport Expressa Rûsiyê ku ji nav lîstikvanên lîga sereke ya fûtbala vî welatî pêk hat, Serdar Azmûn endamê tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê û lîstikvanê tîma Zinîtê bi 222 dengan wek baştirîn lîstikvanê serdema derbasbûyî ya Lîga Rûsiyê hat bijartin.

Serdêr di vê serdemê da bi avêtina 19 gulan roleke girîng di qehremaniya tîma xwe di Lîga Rûsiyê da hebû.

 

Serepeyv