Pûlada Mubareke ya Sepahanê bû şampiyona lîga desteya yekim a mêran
May 21, 2021 17:49 Asia/Tehran
Tîma Pûlada Mubareke ya Sepahanê di xulekên despêkê li sêyemîn fînala lîga desteya yekim a basketbolê de Nezmaveranê Sîrcanê têk bir û bi tevahî bi encam 2-1 bû şampiyon.
Li gorî IRNAyê, pêşbirka sêyem a qonaxa fînalê ya Lîga Desteya Yekem a Basketbolê ya Mêran duh (Pêncşemî) 20ê Gulanê hat lidarxistin û tîmên Tîma Pûlada Mubareke ya Sepahanê û Nezmaveranê Sîrcanê ketin hemberê hevdu.
Tîma Pûlada Mubareke ya Sepahanê bi encama 78-67 tîma Nezmaveranê Sîrcanê têk bir û şampiyoniya vê dewreya pêşbaziyan bi dest xist.
Hêjayê gotinê ye ku qonaxa dawîn a lîga basketbolê ya mêran a desteya yekim 2 bi 3 hate lidarxistin û Tîma Pûlada Mubareke ya Sepahanê li hember tîma Nezmaveranê Sîrcanê du serketin bi dest xist.