May 20, 2021 19:51 Asia/Tehran
  • Li Qamişloyê: Çalakiyên Komxebata Hunera Şêwekariyê berdewam in

Komxebata Hunera Şêwekariyê ya Sêyemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşandana tabloyên hunerî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê berdewam dike.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Komxebata Hunera Şêwekariyê ya Sêyemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 18'ê Gulanê de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo beriya du rojan dest pê kir.

Di roja 3'yemîn a komxebatê gelek hezkiriyên hunerê serdana Navenda Mihemed Şêxo kir û tabloyên ku 128 hunermendan ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade kirine, temaşe kirin.

Li gorî komîteya amadekar a komxebatê, komxebat dê sibê bi çalakiyeke hunerî û  belavkirina xelatan li ser hunermendan, bi dawî bibe.

Serepeyv