May 20, 2021 11:25 Asia/Tehran
  • Rexneya Erdogan ji guherîna mazûvaniya Stenbolê jibo fînala Lîga Qehremanên Fûtbala Ewropayê

Serokomarê Tirkiyê biryara Yekîtiya Fûtbala Ewropayê (UEFA) jibo guherandina mazûvabiya Stenbolê bi mebesta pêşbirka fînala Lîga Qehremanên Fûtbala Ewropayê siyasî da zanîn.

Li gorî rapora Reutersê, Receb Teyib Erdogan, Serokomarê Tirkiyê got: Çend sala beriya niha ji Tirkiyê ra hat ragihandin ku pêşbirka dawî dê li Tirkiyê were lidarxistin, lê dema ku du tîmên inglîzî (Manchester City & Chelsea) derbasî fînalê bûn.

Erdogan got: Serokwezîrê Inglîzê jibo guherandina mazûvaniya Stenbolê zext aniye ser EUFA'yê.

UEFA'yê vê dawiyê ragihand ku ji ber rewşa Vîrûsa Koronayê li Tirkiyê, pêşbirka fînala Lîga Qehremanên Fûtbala Ewropayê divê dewsa Stenbolê li bajarê Portoya Portekîzê were lidarxistin.

 

 

Serepeyv