May 20, 2021 09:58 Asia/Tehran
  • Dîroka kevin a Hewlêrê: Minareya Çolî

Minareya Çolî yan jî Minareya Mizeferiye yek ji şûnwarên dîrokî yên Hewlêrê ye ku dikeve başûr rojavayê Keleha Hewlêrê. Qelaminare jî jêr e tê gotin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê ji zarê Roj Newsê, Minareya Çolî di serdama Sutlan Muzeferedîn de hatiye çêkirin. Ev minare, minareya mizgeftek mezin a di wê demê de hatibû çêkirin bû. Bilindiya wê nêzî 22 metreyan e.

Di serdema Sutlan Muzeferedîn de ji ber pêşkeftina bajêrê Hewlêrê, aramî û baweriya welatiyan, cara yekem xelk li derdora Keleha Hewlêrê bi cih dibin. Sutlan 2 dibistanan, mizgeftek û bajara qeyser li derdora kelehê çêdike. Lê, piştî ku Sutlan dimire û êrişên Moxol, Celayîr, Îlxanî, Sefeweî û Osmaniyan  ên li ser Hewlêrê, ev beşê bajêr ê li derveyî kelehê dirûxe û wêran dibe.

Heta sedsala borî jî cihê minarê vala bû û kes lê nediya. Lewma navê Minare Çolî lê hatiye kirin.

Minareya Çolî heta sala 1935’an de destkarî lê nehabû kirin. Piştî ku hikûmeta Iraqê bi fermî weke şûnwar nas kir, Rêveberiya Giştî ya Şunwariya Iraqê di sala 1960î de dest bi karê nûjenkirina wê kir.

Minareya Çolî ji gêç, bilûkên axî û kislê hatiye çêkirin. Mehsûd Mirad hostatiya wê kiriye. Bi nexşên rengareng xemilandiye.

Minare ji du beşan pêk tê. Beşê jêr du deriyê wê hene. Yek dikeve aliyê rojava û yê dikin jî dikeve aliyê rojhilat. Ji bo hewaketina jor her deriyê pêpilkên xwe hene. Penceyên wê ji hene.

Beşê din ji loleya minareyê pêk tê ango beşê jorê minarê ye. 22.10 metre ye. Beşê duyem mîna loleyan e. Dibe ku dema hatîye çêkirin bilindtir bûbe. Ji ber ku ji ber sedemên cuda têk çûye û beşa serî rûxaneye û nehatiye çêkirin.

Rêveberê Saziya Şûnwarî ya Hewlêrê Nadir Bekir eşkere kir ku her cihek dîroka wê ji 200 salan zêdetir be weke cihek şûnwarî tê naskirin, minareya Çolî temenê wê zêdetirî 700 salan e. Li gel Keleha Hewlêrê bûye sembola Hewlêrê û ji hev nayên veqetandin. Minareyê xweşikbûnek xwe heye û di warê dîrokê de jî xwedî girîngî ye. Minareyek taybet e û heta niha ti minareyên weke wê nehatine çêkirin.

Li gorî Nadir Bekir, serdema Sultan Muzeferedîn ji bo Hewlêrê serdemek zêrîn bû û dema wî ji sala 1191’an destpê kir û heta 1232’an bi dawî bû. Di vê demê de gelek dibistan, xane, mizgeft û minare hatine çêkirin ku di warê endezyarî de bêhempa ne.

Nadir Bekir eşkere ku minare di sala 2007’an de ji aliyê Çînê ve hate nûjenkirin.

Serepeyv