May 18, 2021 18:51 Asia/Tehran
  • Tîma Fûtbala Perspolîsa Îranê di koma 100 kilûbên sereke yên cîhanê da ye

Tîma Fûtbala Perspolîsa Îranê ku di rêzebendiya pêşîn da ketibû rêza 101ê, careke din vegeriya koma sedaneyan û karî hilkişe rêza 97an a cîhanê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Li gorî rêzebendiya herî nû ya kilûbên fûtbalê yên cîhanê, Tîma Fûtbala Perspolîsa Îranê hema wisa di rêza yekem a Îranê û çarem a Asyayê da ye.

Tîma Fûtbala Perspolîsa Îranê bi 1165 puenan û bi 5 pileyan hilkişiyanê, derbasî pileya 97an bû.

Tîma Istiqlala Îranê jî 17 pileyan daket û kete rêza 231ê ya cîhanê.

 

 

Serepeyv