Tenîsbaza Şîrazî ji hevrika xwe ya Belçîkî bir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i326378-tenîsbaza_Şîrazî_ji_hevrika_xwe_ya_belçîkî_bir
Yasimen Yezdanî, tenîsbaza Şîrazî di Şampiyoniya Tenîsê ya Cîhanî ya di bin 18 saliyê de li Şîrazê li naverasta Îranê, li hemberê hevrika xwe ya beljîkî serket û di lîsteya fînalê cih girt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 17, 2021 12:01 Asia/Tehran
  • Tenîsbaza Şîrazî ji hevrika xwe ya Belçîkî bir

Yasimen Yezdanî, tenîsbaza Şîrazî di Şampiyoniya Tenîsê ya Cîhanî ya di bin 18 saliyê de li Şîrazê li naverasta Îranê, li hemberê hevrika xwe ya beljîkî serket û di lîsteya fînalê cih girt.

Li gorî nûçegihanê IRNAyê, Yasimen Yezdanî roja Duşemê li Klûba Tenîsa Future(fiyoçêr) li Şîrazê bi tenîsbaza Belçîkî Mia Krastova re lîst, eva di rewşekê de bû ku ew hem ji hêla temenê xwe ve û hem jî ji hêla cismê ve ji rikebera xwe piçûktir bû, wê lîstikek pir baş nîşan da û di 2 setên li pey hev de bi ser ket.

Yazdani ku 13 salî ye, di encama 6-0 û 6-1 de Krastova ya Belçîkî binxist û wekî tenîsbazê çaremîn ket tabloya sereke ya pêşbaziyan.