Berdewamiya dijberiyên li hemberî pêşbaziyên Olîmpîkê li Tokyoya Japonyayê
May 17, 2021 15:11 Asia/Tehran
Diijberiyên li hemberî lidarxistina pêşbaziyên Olîmpîkê yên li Tokyoya Japonyayê hîn berdewam dikin.
AFP ragihand ku li gorî anketeke nû li Japonyayê ku îro hat weşandin zêde ji sedî 80 xelkê Japonyayê li dijî lidarxistina pêşbaziyên Olîmpîkê yên havînê li welatê xwe ne. Kêmtir ji 10 hefte mane lidarxistina van pêşbirkan yên ku sala par ji ber pandemya Koronayê cih nehatin û avêtin îsal.
Ji aliyê din ve, li Japonyayê zêdeyî 300 hezar kesan daxwaznameke Online li dijî lidarketina pêşbirkên Olîmpîkê îmze kirin.
Çil bajarên Japonyayê ragihandine ku werzişkarên Olîmîkê berî Lîstikên Tokyo qebûl nakin.
Hin waliyên Japonyayê jî diyar kirin ku ew ê di dema Lîstikên Tokyoyê de nexweşxanên xwe nedin ber destê werzîşkarên Koronayî.