May 16, 2021 18:09 Asia/Tehran
  • Di Pêşbaziya Helbestan a Arjan Arî de Welat Esen bi ser ket

Encamnameya Pêşbaziya Helbestan a Arjan Arî hat eşkere kirin. Di pêşbaziyê de dosyaya Welat Esen “Ev Rû, Ev Xerîbî” bi ser ket.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Amadekarên Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ji ber pandemiyê îsal daxuyaniya encamnameyê bi awayekî nivîskî belav kir û serketiyê pêşbaziyê eşkere kir.

Îsal 8’emîn car Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî li dar ket. Amadekaran pêşî Cejna Zimanê Kurdî Pîroz kir û hêviya xwe ku hê dê gelek şairên jîr bigihên ebediyata kurdî anîn ziman. Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: “Îsal cara 8’an e li ser navê Arjen Ariyê şairê gewre pêşbirka helbestan tê lidarxistin. Îsal 9 dosyeyan serî li pêşbirkê dan. Juriya îsalîn ji Evîn Şikakî, Îrfan Amîda, Mueyed Teyîb, Berken Bereh û Necla Arî pêk dihat. Pênc endamên juriyê dosye nirxandin û nîqaşên xwe kirin. Piştî nirxandinên ewil dengdan pêk hat û li gorî vê du dosyeyan wekî hev dengd wergirtin. Ji loma di merhaleya duyem de puendan pêk hat û li gorî puendanê dosyeya ku herî zêde puen stend îsal hêjayî xelatê hate dîtin. Wekî encam dosyeya Welat Esen bi dosyeya xwe ya bi navê Ev Rû, Ev Xerîbî hêjayî xelatê hate dîtin.”

Welat Esen ê bi ser ketiye ev 26 sal in girtî ye. Amadekaran Welat Esen pîroz kiriye û wisa gotiye “Me hêvî heye ku bi vê xelatê afirîneriya wî ya sînornenas berdewam be, qelema wî dîwarên hepsê biderizîne û weke kulîlkekê bibişkuve, xwe bigihîne wêjehezan; me hêvî heye ku xelat tevî sebra wî ya bi salan bike ku her berhemdar be di qada helbesta kurdî de.”

Li aliyê din ligel xelatê amadekarên pêşbaziyê biryar dane ku Xelata Rûmetê îsal bidin lîstikvanê sînemayê Kadîr Înanir. Ji bo vê yekê jî wisa gotine, “Li Tirkiyeyê wisa bûye ku kes nikare fikrên xwe bi serbestî bîne ziman, daxwaza mafên demokratîk bike. Zext û zordarî her ku diçe zêde dibe. Êrîşkariya bi ser kurdan û daxwazên wan ên demokratîk de girantir dibe. Di van şert û mercan de rêzdar Kadîr Înanir tim daxwaza aştiyê û mafên gelê kurd aniye ziman û daxwaza çareseriya kêşeya kurd kiriye û di vî warî de gotina xwe texsîr nekiriye.”

Di pêşbaziyê de her sal piştî eşkerekirinê di fûara pirtûkan de yan jî bi awayekî taybet bi merasimek xelat dihat belavkirin lê gotine îsal ger ji ber pandemiyê destûr hebe dê bi merasimê, nebe dê bi awayekî online li dar bixin.

Welat Esen kî ye?

Welat Esen di sala 1973’yan de li Dêrika Çiyayê Mazî çêbûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîseyê li Dêrikê xwendiye. Di sala 1991’ê de li Zanîngeha Dîcleyê, di beşa Mamostetiya Dîrokê de dest bi xwendinê kiriye lê di sala duyem de ji ber xebatên xwe yên polîtîk dev ji xwendinê berdaye.

Di berfanbara 1995’an de li Îzmîrê hatiye girtin. 26 salên sax in girtî ye; ango bêtirê nîvê ‘emrê xwe li girtîgehan derbas kiriye. Ji hingê ve ye ku bi cezayê muebetê girtî ye. Bi dorê li girtîgeha Buca, Konya, Sincan, Kırıkkaleyê maye û niha jî li Girtîgeha Bandirmayê ye.

 

Serepeyv