May 15, 2021 10:17 Asia/Tehran
  • Xelîl Xemgîn bi vîrusê ket lê rewşa wî baş e

Hunermend Xelîl Xemgîn ku ev çendek bû bi vîrusê koronayê ketibû niha rewşa wî baştir e.

Hunermend Xelîl Xemgîn roja 29 avrêlê bi vîrusa koronayê ket. Xemgîn 5 rojan li nexweşxaneyê ma û niha rewşa wî baştir e.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Xelîl Xemgîn li ser rewşa xwe ji ser twîttirê re wisa got, "Rewşa min ber bi başiyê ve diçe. Lêborîna xwe ji hemû kesên meraqa me kirin dixwazim ku li dijî vê vîrusa hov min xwe baş neparast û bûm sedema fikaran. Îrada me xurt e, berdexwen û moralê me bilind e, teqez ez ê pişta vî dijminî bidim erdê."

Me bi hevalê Xelîl Xemgîn bi Hekîm Sefkan re xeber da. Sefkan ku meseleyê ji nêz ve dizane û her roj li ser disekine ev agahî da me: "Roja 29'ê avrêlê testa wî pozîtîf derket, rakirin nexweşxaneyê. Ev çend roj bûn rewşa wî giran bû lê ev du roj in rewşa wî baştir bûye û ber bi başiyê ve diçe. Niha hê li nexweşxaneyê di bin çavdêriya doktoran de ye lê rewşa wî ber bi başiyê ve diçe."

Serepeyv