May 15, 2021 10:16 Asia/Tehran
  • Hin nûçe ji cîhana Fûtbalê; Ji xatirxwestina Buffton ji Juventusê heta gola 100î ya Ronaldo

Ji Iniesta, Buffton, Xavi heta Aguero û Ronaldo, vane ji sporê çend nûçeyên ku derketine pêş.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Ji Iniesta, Buffton, Xavi heta Aguero û Ronaldo, vane ji sporê çend nûçeyên ku derketine pêş.

Buffton ji Juventusê vediqete

Qeleparêzê navdar Gianluigi Buffon ê 43 salî dawiya salê ji Juventusê vediqete. Peymana wî ligel klûba Juventusê bi dawî dibe û qeleparêz Buffon gotiye, "Ligel Juventusê ev dema xweş û dirêj dawiya îsal bi dawî dibe. Yan ez ê dest ji fûtbolê berdim yan jî cihek ku heyecanê bide min ez ê herim wir. Ez bawer im ji bo Juventusê her tiştê ji min hat min kir."

Buffon di sala 2001'ê de bi pereyeke bilind ji Parmayê transferê Juventusê bû. Di sala 2018-2019'an de çû PSG'ê û dîsa vegeriya Juventusê. Buffon bû 19 sal ku formaya Juventusê li xwe dike. Îsal di 12 pêşbirkan de cih girt.

 

Xavi peyman dirêj kir

Lîstikvanê Barselonayê yê berê yê navdar, teknîk dîrektorê El Sedd Çavî (Xavi) peymaneke nû ligel tîmê saz kir. Tîma Qeterî ya El Sedd ligel teknîk dîrektorê 41 salî ji bo du salên din peyman nû kir.

Çavî li Barselonayê 8 caran di lîgê de, di Lîga qehremanan 4 caran, di Tîma Neteweyî ya Spanyayê de 2 caran di qehremaniya Ewropayê de û carek jî di Kûpaya Cîhanê de bi ser ket. Xavi piştî Barselonayê çûbû El Seddê û li wir dest ji fûtbolê berdabû. Di 86 pêşbirkên wir de 22 gol avêtibû. Paşê li wir dest bi teknîk dîrektorî kiribû. Tîma El-Sedd di bin teknîk dîrektoriya Xavi de îsal bi 60 pûanan bû qehreman.

Ji Ronaldo rekora 100'î

Lîstikvanê Portekîzî Cristiano Ronaldo dawiya vê hefteyê li Juventusê dîsa gol avêt û li Juventusê gihîşt gola 100'î. Bi vê yekê ew li dinyayê bû yekemîn kes ku li sê tîmên cuha bi ser 100'î re golan diavêje.

Cristiano Ronaldo heta niha bi formaya Real Madrîdê 450, bi formaya Manchester Unitedê jî 118 gol avêtibûn. Ronaldo niha bi formaya Juventusê jî gihîşt 100 golî û rekoreka nû li dîroka fûtbolê zêde kir. Ronaldo bi formaya Tîma Neteweyî ya Portekîzê jî 103 gol avêtine.

Juventus vê dawiya hefteyê ligel Sassuolo lîst di deqîqeya 45'an de gol avêt. Juventus bi 3-1 bi ser ket.

Serepeyv