Tîma "Mehza" bû şampiyonê tûrnûvaya mînî-golfê ya Kûpaya Remezanê
May 14, 2021 17:35 Asia/Tehran
Pêşbirkên mînî-golfê yên Kûpaya Remazanê îro di rewşekî bi dawî bû ku tîma Mehza ya Îranê gihêşt şampiyoniya van pêşbirkan.
Li gorî IRNA; Pêşbaziyên mini-golfê yên Kûpaya Remezanê bi beşdariya 10 tîman (50 lîstikvan) û ji bo yekem car bi şêweya tîmî û bi berçavgirtina tevahiya protokolên tenduristiyê li klûba mini-golfê ya Mînyatûr a li Bostana Millet a Tehranê hat li darxistin.
Tîmên beşdarî vê pêşbaziyê bûbûn di du komên ji pênc tîman de ketin pêşbaziyê, ku piştî bidawîbûna qonaxa pêşîn çar tîman gihiştin fînalê.
Tîmên Tigers û Mehza bi têkbirina Tîmên Zarokên Aram û Şahîn derketin pêşbirka fînalê.
Pêşbirka Fînalê di awayê du ji sêyan de hate lîstin û di dawiyê de, tîma Mehza bi serketina du-yek li hember Tigers şampiyonî qezenc kir.