Xatûna nîşanbaz a Hemedanî çû Mecaristanê
May 14, 2021 17:18 Asia/Tehran
Rêvebirê têkiliyên giştî yê Beşa Werzîş û Ciwanan a Parêzgeha Hemedanê got: Xatûna nîşanbaz a Hemedanî ji bo beşdarî kampa tîma neteweyî bibe çû Mecaristanê.
Hemdullah Çarûsayî îro di hevpeyvînekê de digel IRNAyê got: Mehliqa Cam-Buzurg "Nûnera Hemedanê di tîma neteweyî da çû Mecaristanê da ku beşdarî kampa rahênan û amadekariyê ya kûrsa tivingê bibe.
Wî diyar kir: Kampa amadekarî û rahênanê ya tîma neteweyî ya gulleberdanê ya Îranê dê heya 3ê Hezîranê li Mecaristanê were lidarxistin, piştra tîma Îranê ya neteweyî dê beşdarî Şampiyoniya Ewropa ya Kirvatistanê bibe.