May 13, 2021 14:06 Asia/Tehran
  • Lîstikvanê navdar êl sînemayê Norman LIoyd mir

Lîstikvanê sînemayê, navdarê Hollywoodê yê efsanewî Normand LIyond ê 106 salî roja 11'yê gulanê mir.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Norman LIyond di 8'ê sermaweza 1914'an de li Jersey City ya New Jerseya DYA'yê hatibû dinê. Ew di 15 saliya xwe de xwendina xwe ya dibistanê temam dike û di 17 saliya xwe de li ber destê derhêner May Sarton dest bi kar dike. Di salên 1930'yan de dest bi şanoyê dike, sala 1936'an de ligel Peggy Craven dizewice ku heta mirina Craven (2011) ev zewac didome.

Lloyd di sala 1939'an de di fîlmê ji bo televîzyonê "The Streets of New York"ê de dilîze û rê li ber wî vedibe. Di sala 1942'yan de di fîlmê Alfred Hitchcock ê bi navê "Sabouteur" de dilîze.

Wî di jiyana xwe di di gelek fîlmên sînemayê û di gelek rêzefîlmên televîzyonan de rol girtiye. Ji  Afred Hitchcock,  Charlie Chaplin, Orson Welles, di fîlmên gelek derhêneran de lîstiye. Wî ligel lîstikvanî, derhênerî û sazkariya fîlman jî kir.

Ji bo qîmeta wî ji sala 2014'an ve li bajarê Los Angelesê roja 8'ê Sermawezê wekî Roja Norman Llyond tê pîrozkirin.

 

Serepeyv