May 13, 2021 11:22 Asia/Tehran
  • Pep Guardiola; Di 14 salan de 31 kûpa û ber bi lûtkeyê ve

MC'yê qehremaniya xwe di Lîga sereke ya Fûtbala Inglîzê da ragihand û teknîk dîrektorê tîmê Pep Guardiola li MC'yê li vî tîmê bû 5 caran dibe qehreman.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Li aliyê din Guardiola di 12 salan de bû 31 kûpa bi dest dixe û di vî warî de li dinyayê gihîşt astek muhîm. Vane îstatîstîk:

Li dinyayê teknîk dîrektor Aleks Ferguson tam bi temamî 38 kûpa girtine ku li dinyayê bi vê teknîk dîrektorê herî zêde kûpa bi dest xistine ye. Piştî wî Mirca Lucescu tê ku wî 34 kûpa girtine. Valeri Lobanovsk bi 31 kûpayan di rêza sêyemîn de bû lê niha Guardiola bi vê qehremaniyê bû şirîkê rekora Lobanovsky. Paşê Jose Mourinho bi 28 kûpayan ketiye rêzê.

LI SANTPEDOR'Ê HATIYE DINÊ

Teknîk Dîrektor Pep Guardiola roja 18'ê rêbendana 1971'ê de li Santpedora Barselonaya Katalanyayê hatiye dinê. Di navbera salên 1983-1990'î de li tîma jêrîn a Barselonayê fûtbol hîn bûye û paşê sala 1990'î derbasî tîma A ya Barselonayê bûye. Heta 2001'ê di 263 pêşbirkan de 6 gol avêtiye. Paşê 2001-2002 li Brescia, 2002-2003 li Roma, heman salê dîsa çûye Brescia û dû re du salan li El-Ehlî lîstiye. Guardiola salên 2005-2006'an de li Doradosê lîstiye û dest ji fûtbolê berdaye.

Guardiola pêre dest bi teknîk dîrektoriyê kiriye. Di vî warî de sala 2007-2008'an tîma B ya Barselonayê bi rê ve biriye û heman salê bûye teknîk dîrektorê tîma mezin a Barselonayê ku heta 2012'an dom kiriye. Guardiola wê salê xwest navberê bide û dû re di navbera 2013-2016'an de Bayer Munih bi rê ve bir. Û ji sala 2016'an ve tîma Manchestir City bi rê ve dibe.

BI 31 KÛPAYAN ŞIRÎKÊ REKORÊ

Guardiola bi vê qehremaniya niha re tam 31 kûpaya bi dest dixe û bi vê dibe şirîkê rekora sêyemîn teknîk dîrektorê herî zêde kûpa girtine. Guardiola ji sala 2007'an ve ku teknîk dîrektorî didomîne heta niha ev kûpa girtine:

Li Barselonayê 14 kûpa. Li Bayer Munihê 7 kûpa û li Manchester City 10 kûpa girtine. Guardiola di 12 serdemên dawî de bû 9 caran tîmên xwe dike qehreman.

FÎNAL LI BANDA WÎ YE

Agahiya din jî ev e ku tîma Manchester City ligel Chelsea derketiye fînala Lîga Qehremanan. pêşbirka fînalê ya Lîga Qehremanan roja 29'ê gulanê dê bê lîstin. Ger MC di vir de bi ser bikeve dê hejmara kûpayên Guardiola bibin 32 û dê teknîk dîrektor Lobanovsk derbas bike.

 

ALIYÊ WÎ YÊ CIVAKÎ

Li aliyê din Pep Guardiola ligel serketîbûna xwe ya di karê xwe de ji aliyê meseleyên civakî de jî çalak e. Guardiolayê di dema referandûma serxwebûna Katalonyayê de ji bo piştgiriyê her kûrdeleya zer bi berstûka xwe ve dikir. Bi sedema piştgirî dide rêveberên katalan ên hatine girtin federasyonê sala 2018'an 20 hezar sterlîn cezayê pereyan li Guardiola birî. Guardiola diyar kir ku ligel vê yekê jî ewê vê bidomîne.

Û îsal Guardiola di pêşbirkan de tîşorta ku "Opens Arms" nivîsandiye li xwe dikir. Open Arms saziyeke sivîl a Spanyayê ye ku ji bo penaberên li nav behrê rizgar bike dixebite. Guardiola jî ji bo piştgiriya vê saziyê ew tîşort li xwe dikir.

Serepeyv