Îran bû mêvandarê Fînala Skiya ser çimenê ya Kûpaya Cîhanê
May 12, 2021 18:41 Asia/Tehran
Bi biryara Federasyona Skî ya Navneteweyî, Îran di sala 2021-an de dê mêvandariya qonaxa dawîn a Kûpaya ski ya ser Çimenan ya Cîhanê bike.
Li gorî IRNAyê, civata Komîta Skiya li ser Çimenan ya Federasyona Skiya Navneteweyî ku bi forma webinar li dar ket û "Bahram Saveh Shemshekî" Sekreterê Federasyona Skiya Zivistanê ya Îranê jî tê de beşdar bû bi piraniya dengan Îran wek mazûvanê qonaxa dawiyê ya pêşbaziyên skiya ser çimenan li sala 2021 hat bijartin.
Ev Tûrnûvaya vê havînê li qada Skiyê ya Dîzînê dê were lidarxistin û dema rast a vê bûyerê dê di civînên bê yên komîteya ski ya Federasyona Ski ya Navneteweyî de were diyar kirin.