May 12, 2021 18:17 Asia/Tehran
  • Çiyagerek îranî hilkişiya ser Çiyayê Everest

Çiyagerê Îranî di nava tîma navneteweyî ya "Seven Summit" de hilkişiya ser lûtkeya herî bilind a cîhanê.

Li gorî IRNAyê, "Emîn Dêhqan" tek çiyagerê îranî ye ku îsal hewl da ku hilkişe ser Çiyayê Everestê û vê sibehê gihêşte vê armanca xwe û bi serkevtin hilkişiya ser lûtkeya herî bilind a Çiyayê Everestê.

Dava Sherpa, Mudîrê birêvebirê ya Kompaniya Seven Summit, îro navên kesên ku karîn hilkişin ser lûtkeyê weşand ku navê Dêhqan jî tê de bû. Eva cara duyem e ku ev çiyagerê îranî hildikişe ser lûtkeya  ser Çiyayê Everestê. Di sala 2019 de, Dêhqan hilkişiya lûtkeya 8163-metrî Manaslu, heştemîn lûtkeya herî bilind a cîhanê.

Çiyayê Everest bi 8848 metre û 86 santîmetre xala herî bilind a ser rûyê erdê ye.

Berî Dehqan 14 îraniyên din jî hilkişiyabûn ser Çiyayê Everestê û ew kesê panzdehem e ku hildikişe ser vî çiyayî.

Serepeyv