May 11, 2021 09:17 Asia/Tehran
  • Amed Spor dê meha hezîranê kongreyê saz bike

Rêveberiya Amed Sporê biryar stand ku mehek paşê, roja 12.06.2021'ê kongreyê saz bike.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Amed Sporê par kongreya xwe saz kiribû û rêveberiya ku niha li ser kar e bar girtibû ser milên xwe. Îsal rewşa klûbê ji aliyê aborî û sportîf de di astek normal de bû. Belê tîmê nekarî bibe şampiyon yan derbasî play-offê jî bibe lê karî di lîgê de hêza xwe nîşan bide û heta astekê ber bi jor de here. Di Lîga 2'yemîn a Tirkiyê Koma Spî de Amed Sporê bi 57 pûanan di rêza 8'an de lîg temam kir. Pêşbirka dawî ya tîma fûtbolê roja 8'ê mehê li Amedê bû. Amed Sporê di vê pêşbirkê de bi 4-1 Kahramanmaraşspor têk bir û heta salek din xatir xwest.

Û duh agahiya kongreyê hat ragihandin. Serokê Klûbê Çetin Alsaç ji ser tora civakî re ragihand ku ew carek din nabe berendam û wisa got: "Di vê dema peywirê de hevalên rêveberiyê ku piştgiriya min kirin, alîgirên me yên her li pişt me bûn, saziyên sivîl ku ji aliyê madî û manewî ve her li cem me bûn ez sipasiya wan dikim."

Piştî belavkirina peyamên ji ser tora civakî re gelek şopîneran ji bo dest ji vê biryara xwe berde û bi paş ve gav biavêjin peyam nivîsîn.

Amed Sporê par roja 23'yê gelawêjê (Tebax) kongreya xwe li dar xistibû û Çetin Alsaç (Bi navê xwe yê fermî Vechettin Alsaç) ji bo serokatî hatibû hilbijartin.

 

Serepeyv