May 10, 2021 19:30 Asia/Tehran
  •  Qeyûmê Amedê peykerên ku qet naşibin kurdan û xelkê Amedê li bajêr danîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya nûkirina peyzaja li derdora Balefigeha Amedê de, çend peykerên mirov dane çêkirin û li ser riya balefirgehê danîn ku qet naşibin xelkê kurd û ên deverê û pirtir ew dişib nijada zer ku tirkên resen û megûl ji wan in.

Peykerek zebeşa navdar a Amedê sembolîze dike û di nava zebeşê de peykerê zarokek hatiye bicihkirin. Lê ev zarok ji kurdan û welatiyên bajarên kurdan zêdetir dişibe tirkên resen û megûl û koreyiyan.

Hinek kes  dibêjin ev zarok dişibe Serokê Koreya Bakur Kim Joung-un, hinek dibêjin  ev zarok dişibe ew sextekarê bi navê "Tosuncuk" ku bi milyonan dolar  pereyê xelkê xwaribû.

Peykerek jî li ser qedayîfa burme ya Amedê ye. Lê ne qedayîf û ne jî kesê ku sêniya qedayîfê di dest wî de ye naşibe amediyek. Rû û şiklê wî peykerî jî gelek nexweşik hatiye çêkirin û pirtir dişibe nijadeke dureg û dukok wekî pêkhateyek ji tirkan û nijadeke din û şal û şalvarê li wî peykerî jî qet naşibe yê amediyan. Ji ber ku herdu  peyker jî ji rastiya bajarê Amedê dûr in, ev peyker di nava xelkê de di torên civakî de rastê nerazîbûnê hatin.

Bi hezaran kesan wêneyên van peykeran li ser hesabên xwe yen facebook û twîterê parve kirin û  xwestin ev peyker di dema herî zû de ji nava bajêr bêne rakirin.

Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê niha di destê qeyûm de ye. Hevşaredarên ku bi dengê xelkê li ser lîsteya HDPê hatibûn hilbijartin jî di zindanê de ne.

Serepeyv