May 09, 2021 12:37 Asia/Tehran
  • 'Ji bo Pêşbirka fînala Lîga Qehremanan a Ewropayê neçin Tirkiyê'

Pêşbirka fînalê ya Lîga Qehremanan a Ewropayê roja 29'ê mehê dê bê lîstin. Îsal fînal li Stenbolê tê lîstin û Wezîrê Ragihandinê yê Îngilistanê Grant Shapps bang li temaşevanên îngilîz kir ku neçin Tirkiyê.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Îsal du tîmên îngilîz Manchester City û Chelsea derketin fînalê. Pêşbirka fînalê jî li Stenbolê dê bê lîstin. Li ser vê yekê Wezîrê Îngilistanê Shapps daxuyanî belav kir û ji temaşevanan xwest neçin Tirkiyê. Wezîr gotiye ji ber pandemiyê Tirkiye di "lîsteya sor" de ye, yên herin dê bikevin qerentînayê û bang li temaşevanan kiriye ku neçin Tirkiyê.
 

Serepeyv