May 05, 2021 10:03 Asia/Tehran
  • Di Lîga Qehremanan a Ewropayê de fînalîstê yekem diyar bû

Di Lîga Qehremanan a Ewropayê de pêşbirkên nîvfînalê dest pê kirin. pêşbirka yekem şeva derbasbûyî di navbera Manchester City (MC) û PSG'ê (Paris Saint-Germain F.C.) de bû. MC bi 2-0 bi ser ket û derket fînalê.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Di pêşbirka yekem de li Fransayê Manchester City (MC) bi 2-1 bi ser ketibû û bi vê avantajê li mala xwe dest bi pêşbirkê kir. Heta niha MC û PSG çar caran hatibûn hemberî hev MC qet têk neçûbû: 2 serketin, 2 wekhevî. Pêşbirk bi vî awayî dest pê kir. Ji serî ve tîma herî zêde dixwest here fînalê û bi organîze bû, MC bi xwe bû. Bi vî wayî di deqîqeya 11'an de gola MC'ê hat. Riyad Mahrezê ku tîma xwe bi 1-0 derxist pêş, di deqîqeya 63'yan de golek din avêt û encam diyar kir: 2-0. Bi vê encamê MC derket fînalê û li benda reqîbê xwe ye.

Di vê navberê de ji PSG'ê Angel Di Maria di deqîqeyê 69'an de karta sor dît.

Li aliyê din Manchester City di Lîga Qehremanan de di her şeş pêşbirkên dawî de her bi ser ketibû û bi vê bû 7 pêşbirk ku bi ser dikeve. Bi vê yekê li Îngilistanê bû tîma yekem ku 7 pêşbirkan bi ser hev de bi dest dixe.

Manchester City (MC) bi Guardiola kûpayê dixwaze

MC heta niha di Lîga Qehremanan de qet kûpa bi dest nexistiye. Ligel Pep Guardiola tîm sê caran heta çarîk fînalê hatibû lê li wir têk çûbû. Îsal yekem car derketibû nîv fînalê û niha derket fînalê. Tîm jî Guardiola jî pir zêde vê kûpayê dixwaze.

Guardiola ligel tîma Barselonayê du caran ev kûpa bi dest xistibû (sala 2008-09, 2010-2011).

Yan Real yan Chelsea

Pêşbirka din a nîv fînalê ya Lîga Qehremanan îro di navbera Chelsea û Real Madrîdê de ye. Di pêşbirka yekem de li Spanyayê 1-1 beranberî hebû. Tîma bi ser bikeve dê bibe reqîbê Manchester City.

Pêşbirka fînalê roja 29'ê gulanê dê bê lîstin.

Serepeyv