May 04, 2021 17:52 Asia/Tehran
  • Îmarat bû mêvandarê pêşbirkên bijartî ya Kûpaya Cîhanê ya Futsala Asyayê

Îmarat wekî mazûvanê pêşbirkên bijartî yên Kûpaya Cîhanê ya Futsalê ya Asyayê hat nasandin.

Li gorî IRNAyê roja Sêşemê, Konfederasyona Futbolê ya Asyayê (AFC) biryar da ku pêşbirkên hilbijartinê ji bo destnîşankirina du kota(parên) Kûpaya Cîhanê ya Asyayê, biryar daye du  pêşbirkên bijarî li dar xîne li gorî pêşkavêtinê Iraq dê bi Tayland û Vîetnam jî dê bi Lubnanê re bilîze.

Iraqiyan piştî diyarbûna encama pişkavêtin welatê Îmaratê ji bo pêşbirka xwe li hemberî Taylandê wek mêvandar bijart. Taylandiyan jî biryar dan ku heke mercên Koronayê li welatê wan berdewam bike li heman Îmaratê li hember Iraqê pêşbirka vegerînin li dar bêxe.

 Ji Asyayê, Îran, Japonya û Uzbekistanê bi tekez dê derbasî Kûpaya Cîhanê ya Futsalê bibin. Rêzkirinên tîm û serpişkiyên teknîkî ji bo derbasbûna van sê tîmên Kûpaya Cîhanê hatine berçavgirtin.

Serepeyv