May 03, 2021 10:22 Asia/Tehran
  • Di Lîga Qehremanan a Jinan a UEFA'yê de; Jinên Chelsea bûn reqîbên jinên Barselonayê

Di Lîga Qehremanan a Jinan a UEFA'yê de jinên Chelsea zora jinên Bayer Munihê birin û derketin fînalê.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê ji zarê malpera UEFA'yê, Duh tîma jinên Barselonayê bi 2-1 tîma jinan a PSG'ê (Paris Saint-Germain) têk bir û derketin fînalê. Di dema ku jinên Barselonayê li benda reqîbên xwe bûn de pêşbirka tîmên jinan ên Chelsea û Bayer Munihê dest pê kiribû. Di pêşbirkê de tam 5 gol hebûn. pêşbirka yekemîn bi 2-1 bi serketina Bayerê bi dawî bûbû. Jinên Chelsea li mala xwe tam 4 gol diyarî almanan kirin. Jinên hêşîniyan bi 4-1 pêşbirk bi dest xistin û bûn reqîbê Barselonayê.

Piştî ku Barselonayê PSG (Paris Saint-Germain) têk bir encamek wisa derket: Ji sala 2014'an û vir ve bû yekem car di Fînala Lîga Qehremanan a Jinan de tîmeke fransiz cih nagire.

Dema Chelseayê jî Bayer têk bir encamek wisa derket: Ji sala 2007'an û vir ve piştî Arsenalê bû duyemîn klûba jinan a îngilîz di fînalê de cih digire.

Pêşbirka fînalê roja 16'ê gulanê saet 22'yan de dê bê lîstin.


 

Serepeyv