Tîma basketbolê ya keçên Îranê derbasî Kûpaya Cîhanê ya Pisporiyên Kesane dibe
May 02, 2021 16:36 Asia/Tehran
Tîma neteweyî ya keçên Îranê ya bin 15 salî di pêşbirkên hilbijartî yên pisporiyên Kesane yên Asyayê de, wekî tîma herî jorîn di nav Koma xwe de gihîşt Kûpaya Cîhanê.
Li gorî IRNAyê îro Yekşemê, ev bûyera ku bi wênegirtina ji beşdaran û diyakirina jêhatîbûnên basketbolê ku bi awayê Online hate pênasekirin, li herêma Asya-Pasîfîk bi beşdariya zêdetirî 55 federasyonên neteweyî li du beşên keç û xortan hat lidarxistin ku li gor wê tîma neteweyî ya Keçên Îranê yên bin 15 salî bi bidestxistina puanên pêdivî û wekî tîma pêşeng karî derbasî Kûpeya cîhanê bibe.
Tîma keçan di qonaxa komî de digel Avusturalya û Fîlîstînê bi tevahî 4 dijwarî derbas kirin û bi bidestxistina dema 605 çirkeyan, 7 pûan û 3 serkevtinan, karîbû derbasî qonaxa cîhanê bibe.