May 01, 2021 18:33 Asia/Tehran
  • Mîr Ismaîlî: Em jibo berevaniya ji codoya Îranê ricd û bibiryar in

Serokê Federasiyona Codoya Îranê destnîşan kir: Em jibo berevaniya ji Codoya Îranê bibiryar in.

Areş Mîr Îsmaîlî, Serokê Federasiyona Codoya Îranê got: Maryos Vîzêr Serokê Federasiyona cîhanî ya Codoyê pêşmercek jibo çareserkirina dosyeya rawestandina codoya Îranê ragihand ku nayê pejirandin û hêla sor a hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ye.

Serokê Federasiyona Codoya Îranê got: Derbarê dengê dawî ku Codoya Îranê heta sala 2023 ji beşdariya di pêşbirkên cîhanî û navneteweyî û Asyayê hatiye bêparkirin, em ê bi riya dadgeha hekemiyeta werzişê (CAS) jibo gilîkirina biryara nû ya federasiyona cîhanî tevbigerin.

Mîr Ismaîlî got: Federasiyona cîhanî ya Codoyê ragihandiye ku jibo şandina Muhemed Muhemedî Brîmanlû tenha codokarê olempîkî yê Îranê bo Olempîka Havînê ya Tokyoyê tu pirsgirêkek tune.

 

 

 

Serepeyv