May 01, 2021 13:46 Asia/Tehran
  • Bo cara yekem; Jinek bû serperişta Tîma neteweyî ya Tenîsa mêran a Îranê

Bo yekem car jinek wek serperişta Tîma neteweyî ya Tenîsa mêran a Îranê hat bijartin.

Li gorî rapora ISNAyê, Urdiya Tîma neteweyî ya Tenîsa mêran a Îranê ji bo beşdariya di pêşbirkên Dîvîs Kupê ji îro Şemiyê va li Navenda werzişî ya Şîrûdî ya Têhranê dest pê bûye.

22 lîstikvan di bin çavdêriya Ekber Tahir rahênerê Tîma neteweyî ya Tenîsa mêran a Îranê temrîn dikin.

Xala girîng ev e ku berovajiya salên berê, serperişta Tîma neteweyî ya Tenîsa mêran a Îranê li ser ustiyê jinekê yanî Mehdiye Kerîmiyê ye.

 

Serepeyv