May 01, 2021 11:05 Asia/Tehran
  • Di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê de xelat hatin belavkirin

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global di navbera 16-27'ê mehê de online li dar ket û bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Fîlmê Mehmet Ali Konar ê bi navê "Hewno Bêreng" xelata Fîlmê Serketî Roja Zer bi dest xist.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ligel 12 festîvalên din ên kurdan îsal bi navê "Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global" wekî online li dar xist. Di festîvalê de beşek ji fîlmên kurdî yên 20 salên dawî hatin neqandin û pêşkêşkirin. Festîval bi merasima xelatdayînê bi dawî bû.

Di warê fîlmên metrajdirêj de fîlmê derhêner Mehmet Ali Konar "Hewno Bêveng" ku heta niha li hin festîvalên din jî xelat girtibû di vê festîvalê de bi xelata Roja Zer hat xelatkirin. Xelata Mehmet Aksoy a Belgefîlmê Serketî dan belgefîlmê "Holy Bread" ê Rehîm Zabirî, xelata Yilmaz Guney a Kurtefîlmên Serketî dan "The Order" ê derhêner Ako Zandkarimi û Saman Hasaninpour.

Xelata Taha Kerîmî ya Kurtebelgefîlmên Serketî dan belgefîlmê "Hell" ê derhêner Borhan Ahmadi. Di warê xelata lîstikvanan de jî Arina Mirzaei Xelata Lîstikvana Herî Serketî bi rola di fîlmê "Believe" de, Fereydoon Ansari jî Xelata Lîstikvanê Herî Serketî bi rola di fîlmê "The World's Last House" de girt.

Xelata Fîlmên Serketî ya temaşevanan bi rêzê dan van fîlm û belgefîlman: 1- "Zer" (Derhêner Kazim Oz), 2- "Bakur" (Derhêner Çayan Demirel, Ertugrul MAvioglu), 3- "All my Mothers" (Derhêner Ebrahim Saîdî).

Her wiha derhêner Mano Xelîl bi belgefîlmê xwe "The Beekeeper" bi Xelata Rûmetê ya FFKL'yê hat xelatkirin. Li aliyê din FFKL'yê ji bo herî zêde hatiye temaşekirin xelateke taybet da belgefîlmê Şêro Hindê ê bi navê "Evîn Di Rûyê Qirkirinê De"

Serepeyv