Nîsan 29, 2021 09:54 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Lîga Qehremanan: MC û Chelsea bi avantaj vegeriyan mala xwe

Di pêşbirkên Lîga Qehremanan a UEFA'yê de pêşbirkên yekemîn hatin lîstin û temam bûn. Di pêşbirka Sêşemiyê de Real Madrîd li Mala xwe ligel Chelsea bi 1-1 ma. Di pêşbirka duh de Manchester City (MC) li mala PSG'ê bi 2-1 bi ser ket.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Chelsea li Barnebauyê di deqîqeya 14'an de bi gola Christian Pulisic derket pêş. Real Madrîdê di deqîqeya 29'an de bersiv da û paşê deng ji golên din derneketin. Chelsea hinek bi avantaj vegeriya Îngilistanê.

 

Di pêşbirk duh de jî MC bi avantaj vegeriya malê. Pêşbirk li mala PSG'ê bû. PSG'ê di deqîqeya 15'an de bi Marcos Aoas Correa bi 1-0 derket pêş û nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de MC'yê bersiv da: Deqîqeya 64an de Kevin De Bruyne derket ser dikê. Dû re di deqîqeya 71'ê de Riyad Mahrez got ez jî heme û tîma xwe bi 2-1 derxist pêş. Ji PSG'ê Idrissa Gueye di deqîqeya 77'an de qerta sor dît û karê PSG'ê dijwartir bû.

Pêşbirkên duyemîn dê dê 4 û 5'ê meha pêşiya me bêne lîstin. Êvara 4'ê gulanê MC dê PSG'ê bike mêvan, 5'ê mehê jî Chelsea dê ji bo Real Madridê mazûvanî bike. Her du tîmên bi ser bikevin dê derbasî fînalê bibin. Pêşbirka fînalê roja 29'ê gulanê ye.

 

Serepeyv