Nîsan 28, 2021 18:06 Asia/Tehran
  • Dema nû ya pêşbirkên hendbol ên Klûba Jinên Asyayî hate eşkere kirin

Ji bo Pêşbaziyên Şampiyoniya Hîndbol a Klûba Jinên Asyayî demeke nû hate ragihandin.

Li gorî IRNAyê, Konfederasyona Hendbol a Asyayê ragihand ku Şampiyoniya Klûbên Jinan a Asyayê dê îsal ji 27 Hezîranê heya 4ê Tîrmehê were lidarxistin.

Berê biryarbû ev pêşbazî ji 7-ê heya 15-ê Hezîranê were lidarxistin, lê ev demhejmêr hate paşve xistin û îro, roja nû ji bo lidarxistina pêşbaziyên klûbên jinan ên Asyayî hate diyar kirin.

Federasyona hendbola Îranê bi ragihandina amadebûna tîma Eştad-Sazeh a Meşhedê wekî şampiyona Lîga Premier a Hendbola Jinên Îranê, di van pêşbaziyan de wekî nûnera hendbola Îranê ji bo Konfederasyona Hendbolê ya Asyayê daye nasandin.

Ev Pêşbaziyana bi mazûvaniya Almatya Qazaqistan tên lidarxistin.

Serepeyv