Nîsan 26, 2021 15:39 Asia/Tehran
  • Koronayê dawî li jiyana lîstikvanê efsanewî yê Persepolisê anî

Kapîtanê yekem yê dîroka Klûba Persepolis Hemîd Casimyan ji ber vîrusa Corona jiyana xwe ji dest da.

Hemîd Casimyan, pêşengekî Persepolisê yê 83-salî ku eva çend roj bûn bi nexweşiya Covid-19 ketibû û li nexweşxanê hatibû razandinê îro xatirê xwe ji vê dunyayê fanî xwest û dost û heval û xizm û kesên xwe di nav xem û xidûkan hêşt.

Wî futbola xwe ji Şahîna Abadanê despê kir û paş bû endamê klûba Şahîn a Tehranê. Li sala yekem a avabûna tîma Perspolîsê tevlî vê tîmê bû û bû Kapîtanê yekem yê dîroka Klûba Persepolis û bi kirasê vê klûbê jî ji futbolê xatirê xwe xwest. Li yekemîn qehremaniya Perspolîsê jî ew endamekî vê tîmê bû.

Çend rojên berî viya jî nûçeya jidinêçûna Casimyan belav bû, lê dixtorê ku ew tedawî dikir ev nûçe red kir, lê di rewşa ku hemû hêvîdarbûn ew ji koronayê bilite heyf û mixabin hat ragihandin ku Hemîd Casimyan nekarî ji vê belayê bifilite û cardin hogir û xizm û kesên xwe xemdar kir..

Serepeyv