Hilgirtin meşaleya Olîmpîkê li çendîn deverên Japonyayê li pişt deriyên girtî
Nîsan 24, 2021 17:33 Asia/Tehran
Ji ber fikarên derbarê belavbûna vîrusa Koronayê meşaleya Olîmpîkê li deverên Japonya li pişt deriyên girtî tê hildan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Komîteya Amadekar a Lîstikên Tokyoyê ragihand ku girava Myakocîma ya Okînawa niha di bin tedbîrên Coronayê de ye û meşaleya Olîmîkê dê bêyî beşdariya xelkê li giravê were hilgirtin.
Meşaleya Olîmpîkê, li deverên din ên Japonyayê ji wan li Osakayê li pişt deriyên girtî hate birin.
Komîteya Amadekar a Lîstikên Tokyoyê bang li xelkê kir ji bo ku protokolên tenduristiyê dema hilgirtina meşaleyan berçav bigirin û di vê çarçêvê de ji teşwîqkirin û derketina kolanan xwe dûr bikin û mesafeya civakî ber çav bigirin.