Nîsan 23, 2021 20:40 Asia/Tehran
  • Federasiyona Fûtbala Îranê li dadgeha CAS'ê gilî kir

Şêwirmendê mafdariyê yê Federasiyona Fûtbala Îranê got: Îranê ji şêwaza nirxandina Konfederasiyona Fûtbala Asyyaê jibo danasîna tîmên kupa cîhanî ya fûtbala peravê li Dadgeha CAS'ê gilî kiriye.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Xulamreza Refîyî, Federasiyona Fûtbala Îranê piştî jêbirina Tîma neteweyî ya Fûtbala Peravî ya Îranê ji kupa cîhanî ya 2021ê ya Rûsiyê û bijartina Behreynê wek mazûvana pêşbirkên bijartina kupa cîhanî ya Fûtbalê derbarê dawîn rewşa şopandina giliya Îranê li dadgeha CAS'ê (dadheha hekemiytea werzişê) derbarê mazûvaniya Behreynê di pêşbirkên seretayî yên kupa cîhanî da got: Di babetên ku di hêjatiya mehkemeyên dadweriyê da ye, îmkana misogerkirina wergirtina encamekê tune.

Refîyî tevî amajeya bi betalkirina du caran û paşdaxistina lidarxistina pêşbirkên seretayî yên kupa cîhanî ya Fûtsalê û fûtbala peravî, got: Biryar hat dayîn ku Konfederasiyona Fûtbala Asyayê ji ber betalkirina pêbbirkên qehremaniya Asyayê, derbarê bijartina tîmên ku hilkişiyane kupa cîhanî biryar bide ku li gorî wê tîmên Japon, Imarat û Omanê di kupa cîhanî da hene û tîma Îranê bi fermî hat wêdadayîn.

Federasiyona Fûtbala Îranê got: Li gorî nirxandina AFC'yê, puenên sê dorên pêşbirkên qehremaniya Asyayê di salên 2015 û 2017 û 2019an da hat vekolandin û di dawî da hat ragihandin ku tîmên Japon, Imarat û Omanê di kupa cîhanî da hene.

 

Serepeyv