Nîsan 22, 2021 18:29 Asia/Tehran
  • 6 tîm ji Super Lîga Ewropayê vekişiyan

6 tîmên mezin ên Îngîltereyê ji Super Lîga Ewropayê vekişiyan ku ji damezrênerên wê lîgê bûn.

Ji bo cara yekem tîma Manchester City proseya vekişîna ji Super Lîga Ewropayê da destpêkirin. Piştre tîma Chelsea ragihand ku ew belgeyên pêwîst amade dikin bo ku ji wê lîgê vekişin.

Piştî wan herdu tîman, Arsenal, Liverpool, Manchester United û Tottenham jî aşkere kirin ku ew ji Super Lîga Ewropayê vekişiyane.

Ev yek di demekê de ye ku şeva Yekşemê, 21/04/2021, bi beşdariya 12 tîmên herî mezin ên futbolê yên Îngîltere, Spanya û Îtalyayê Super Lîga Ewropayê hatibû avakirin.

Serepeyv