Nîsan 19, 2021 19:44 Asia/Tehran
  • Yasemen Fermanî: Ez tu wextî bê hicab nalîzim / Hekem rewşa min tê digihêjin

Fûtbalîsta îranî ku ji ber bikaranîna hicabê di pêşbirkeke fûtbala Beljîkayê da hat bêparkirin got ku di pêşbirkên berê da tu wextî tûşî pirsgirêkeke wiha nebûye.

Li gorî rapora malprea Terefdariyê, Yasemen Fermanî ji ber bikaranîna hicabê di pêşbirka Tîma Şarlovayê di qonaxa Paly Off a Lîga jinan a Beljîkayê li hemberî White Star'ê hat bêparkirin, di vî warî da ji Tasnim Newsê ra got: Heke min bixwesta bêyî hicabê bilîzim, min ê destpêkê li xwe û paşê li welat, çand û şaristaniyet û dînê xwe bêrêzî bikira. Ez tu wextî bê hicab nalîzim, ji ber ku heke ez vî karî wek îraniyekê bikim, ez ê bi vî karî rê bidim kesên din ku gelekî rihet derbarê Îranê biaxivin. Di pêşbirka qonaxa Play Off a Lîha Beljîkayê da hekema pêşbirkê got ku divê bê hicab bilîzim; Lê min qebûl nekir û li ser kursiyê rûniştim.

Tîma Şarlovayê di vê pêşbirkê da bi encama 2-0 bi ser ket.

Serepeyv