Nîsan 15, 2021 11:30 Asia/Tehran
  • Di Lîga Qehremanan a UEFA'yê de 4 tîmên nîv fînalê diyar bûn

Di Lîga Qehremanan a UEFA'yê de pêşbirkên çarîk finalê hatin lîstin û 4 tîmên derbasî nîv fînalê bûn diyar bûn. PSF, Chelsea, M.Ctiy û R.Madrid derbasî nîv fînalê bûn.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Di Lîga Qehremanan a UEFA'yê de pêşbirkên çarîk finalê hatin lîstin û 4 tîmên derbasî nîv fînalê bûn diyar bûn. PSF, Chelsea, M.Ctiy û R.Madrid derbasî nîv fînalê bûn.

PSG'Ê MUNIH ŞAND MALÊ

Roja 13'yê mehê mehê PSG û Bayer Munih hatin hemberî hev. Munih bi 1-0 bi ser ket lê ji ber di pêşbirka yekemîn de bi 3-1 têk çûbû ev serketinê têra wê nekir.

Di pêşbirka din de jî Portoyê Chelsea bi 1-0 têk bir lê ji ber di pêşbirka yekemîn de 2-0 têk çûbû ev serketina wê fêde nekir.

MC BER BI ARMANCA XWE VE DIÇE

Û duh: Manchester City di pêşbirka yekemîn de li mala xwe bi 2-1 Borussia Dortmund têk biribû, li Almanyayê jî bi heman skorê bi ser ket.

Di pêşbirka din de jî Liverpool û Real Madrîd hatin hemberî hev, pêşbirk bi 0-0'ê bi dawî bû. Ji ber di pêşbirka yekemîn de Real Madrîdê li mala xwe bi 3-1 pêşbirk bi dest xistibû Madrid derbasî nîv fînalê bû.

PÊŞBIRKÊN NÎV FÎNALÊ

Di dawiya pêşbirkên çarîk fînalê de 4 tîm derketin nîv fînalê û di vê beşê de ev tîm bûn reqîbên hev:

Real Madrid - Chelsea

PSG - Manchester City

Pêşbirken nîv fînalê dê roja 4'ê gulanê bê lîstin û her du tîmên bi ser bikevin dê derbasî fînalê bibin.

GUARDIOLA BER BI DAXWAZA XWE VE

Teknîk Dîrektorê M.City Pep Guardiola li Cityê li welatê xwe bû Qehreman lê di Lîga Qehremanan de ev bû cara çaran tê çarîk fînalê û ji wir nikare bi pêş bikeve; vê carê ew daxwaza xwe anî cih. Guardiola niha çav berdaye fînalê.

Ji tîmên din PSG ji bo Lîga Qehremanan gelek razemenî pêk anî û ew jî gelek dixwaze kûpayê bi dest bixe. PSG par derket fînalê lê di fînalê di li hemberî Bayer Munihê bi 1-0'ê têk çû.

Ji tîman Chelsea herî dawî di sala 2012'yan de kûpaya Lîga Qehremanan bi dest xist.

Qehremanên Qehremanan

Heta niha herî zêde Real Madrîdî ev kûpa bi dest xistiye. Real Amdîrê ku heta niha 13 caran ev kûpa bi dest xistiye, dîsa kûpayê dixwaze. Piştî Real Madrîdê tîma Milan tê bi 7 caran. Bayer Munih û Liverpool 6 caran, Barselona 5 caran, Ajaks 4 caran, Internationale û Manchester United 3 caran, Juventus, Benfiva, Porto û Nottingham Forest 4 caran, Olympique de Marseille, Steaua Bucuresti, Hamburg, Celtic, Chelsea, Borussia Dortmund, Crvena Zevzda, PSV,  Aston Villa, Feyenoord her yekê carek ev kûpaya Lîga Qehremanan biriye mala xwe.
 

Serepeyv