Nîsan 14, 2021 17:23 Asia/Tehran
  • Destpêka fermî ya dansal nû ya Lîga Şampiyonên Asyayê; aştîkirina bi kûpayê piştî 28 salan

Çar tîmên îranî piştî 28 salan dîsa hewl didin ku Lîga Şampiyonên a futbola Asyayê(Kûpaya Klûba AFC) bi dest bixin û vê bendewariya dirêj bînin dawiyê.

Li gorî IRNA, Dansala(demsala) nû ya Lîga Şampiyonan a AFC îşev (Çarşemî) bi fermî dest pê dike. Pêşbaziyên ku dê dewra wan a çilemîn li pêş be û ew heyama nozdehan e ku dê bi şikl û awayekî nû were li dar xistin.

Di vê demsalê de, dê pêşbirke cara yekem bi beşdariya 40 tîman werin lidarxistin û li gorî ya demsala berê, heşt tîm zêde bûne. Tîm li 10 komên çar tîmî têne parvekirin, pênc komên yekem ên tîmên Asyaya Rojava û pênc komên duyemîn ên nûnerên Asyaya Rojhilatê ne. Di her komê de tîmên jorîn rasterast derbasî tura duyemîn dibin, û di tûra duyemîn de 6 tîm ji 10 tîmên herî jorîn dê derbasî tura 1/8(heştekê) fînalê bibin.

Serepeyv