Nîsan 13, 2021 17:03 Asia/Tehran
  • Di Lîga Qehremanan a UEFA'yê de pêşbirkên îro û sibê

Pêşbirkên duyemîn ên çarîk fînalê yên Lîga Qehremanan a UEFA'yê îro û sibê têne lîstin. Îro du, sibê du pêşbirk hene.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Pêşbirkên duyemîn ên çarîk fînalê yên Lîga Qehremanan a UEFA'yê îro û sibê têne lîstin. Îro du, sibê du pêşbirk hene.

ÎRO

Tîma alman Bayer Munih ku li mala xwe li hember PSG'ê bi 3-2 têk çûbû îro diçe pêşbirka xwe ya hebûn û nebûnê. PSG ku ev çend sal in ji bo vê kûpayê hewl dide lê bi ser nakeve vê carê dê reqîbê xwe yê mezin, reqîbê ku par ev kûpa biribû mala xwe têk bibe yan na? Bersiv saet 22'yan (li gor saeta Tirkiyeyê) de ye.

Pêşbirka din di navbera Chelsea û Porto de ye. Chelsea îro Portoyê dike mêvan. Chelsea di pêşbirka yekemîn de bi 2-0 bi ser ketibû, îro nihek din rewşa wê aram e. Ev ma jî saet 22'yan de ye.

SIBÊ

Ji pêşbirkên sibê tîma îngilîz Liverpool tîma spanî Real Madrîdê dike mêvan. Liverpool li SPanyayê bi 3-1 têk çûbû. Lîstikvanên Kloppî û yên Zîdane dê pêşbirkek xweş pêşkêşî temaşevanan bikin.

pêşbirka din jî di navbera Borussia Dortmund û Manchester City de ye. City di pêşbirka yekemîn de li mala xwe bi 3-1 bi ser ketibû û niha diçe mala Dortmundê. City ku li Lîga Premierê hema hema Qehremanî ragihandiye dixwaze karwana xwe ya Lîga Qehremanan jî bidomîne.

Her du pêşbirk jî saet 10'ê êvarê têne lîstin. Tîmên bi ser dê derbasî nîv fînalê bibin. pêşbirkên yekemîn ên nîv fînalê roja 27'ê vê mehê, pêşbirkên duyemîn 4'ê gulanê têne lîstin. pêşbirka fînalê roja 29'ê gulanê ye.

Serepeyv