Nîsan 12, 2021 16:55 Asia/Tehran
  • Tîma hendbolê ya peravê ya ciwanên nûgihan ên

di roja Duşemî, roja duyemîn a pêşbirkên herêmî yên Kûpaya Îranê (Kûpaya Şehîd Muhemed Muntezir El-Qayim), tîma hendbolê ya Arad Kirmanê bi encama 2-0 têk bir.

Li gorî IRNA, ev pêşbirke  di bin çavdêriya Fedrasiyonê û berçavgirtina xalên tenduristiyê de û bi mazûvaniya Klûba Muqawimeta Gulsapûş a Yezdê û şandeya hendbolê bo parêzgeha Yezdê ve ji bo 2 rojan li taxa Mehmûd Abad a navenda parêzgehê  tê şopandin.

Di van pêşbaziyan de, ku duh (Yekşem) dest pê kir, tîmên neteweyî yên ciwanên nûgihan ên A û B, Berxwedana(Muqawemeta) Gulsapûş a Yezdê,  Fûlada Alyajî, Kevirê Hesin a Bafqê û Arada Kirmanê dê bi awayekî periyodîk û bi rengek tevlihev hevrikiyên xwe lidar têxe.

Di heman demê de, di pêşbirkên din ên îro (Duşem) de, Tîma Hendbolê ya Ciwanên Nûgihan ên Kevirê Hesin a Bafqê bi encama 2-0 ji Tîma Fûlada Alyajî ya Yezd bir.

Tîma netewî ya hendbola peravê ya ciwanên nûgihan a Îranê xwe ji Şampiyoniya Asyayî ya Qatarê re amade dike, Ku dema wê ji hêla Federasyona Komara Îslamî ve dê were eşkere kirin.

Serepeyv