Nîsan 12, 2021 16:18 Asia/Tehran
  • Destpêka hefteya 34.an a Super Lîga Tirkiyê

Hefteya 34emîn a Super Lîga Futbola Tirkiyê şeva borî dest pê kir û di pêşbirka herî girîng a Galatasaray de, ew bi Fatih Karagumurk re 1-1 wekhev derket pêş.

Li gorî ajansa nûçeyan a Radiyo û Televîziyona Îranê, di pêşbirkên hefteya 34-an a Super Lîga Tirkiyê de, tîma Galatasaray, di bin rahênana rahênerê navdar ê Tirkiyê "Fatih Terim" de, rûbirûyê tîma "Karagumurkê" bû û di dawiyê de bi encam wek hev a yek bi yek, pêşbirke bi dawî bû.

Di du pêşbirkên din şeva borî, "Rizespor" û "Trabzonspor" 0-0 beramber ma û pêşbirka "Hatay Spor" û "Guztepe" bi 3-2 bi serketina Goztepe qediya.

Di cedwela Super Lîga Tirkiyê de Beşîktaş bi 67 pûanan bû yekemîn, Fenerbahçe bi 63 û Galatasaray bi 62 pûanan di rêzên duyemîn û sêyemîn de bûn, û Trabzonspor ku parêzvanê tîma neteweyî ya Îranê Seyd Mecîd Huseynî tê de dilîze, bi 58 pûanan di rêza çaremîn de bû.

Serepeyv