Nîsan 09, 2021 12:22 Asia/Tehran
  • Federasiyona Cudoya Îranê têgihîştinnameyek tev Qirqîzistanê wajo kir

Têgihîştinmaeya hevkariya dualî ya Federasiyona Cudoya Îranê û Qirqîzistanê hat wajokirin.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Areş Mîr Îsmaîlî, Serokê Federasiyona Cudoya Îranê û Kolbayov û Erkîn Bîyk Raxîmov Serok û sekreterê federasiyona Qirqîzistanê roja Îniyê li bajarê Bîşkikê têgihîştinmaeya hevkariyê wajo kirin.

Danûstandina rahêneran, lidarxistina kampên temrînê, lidarxistina pêşbirkên çendalî, têkoşîna dijî Dupîngê, piştgirya ji berjewendiyên du federasiyonên Îran û Qirqîzistanê di rûdanên Cudoyê da, lidarxistina fêrkariyên dualî, danûstandin jibo fêrkirina hekem, karzan û fêrkaran, beşdarî di semînarên dualî, piştgiriya dualî jibo amadekirina tîmên neteweyî yên Îran û Qirqîzistanê di rûdanên navneteweyî ji kihevkirinên navbera du serokên federasiyona cudoyê yên Îran û Qirqîzistanê bûn.

 

Serepeyv