Îran bû mazûvana Hendbola Şampiyoniyê ya Asyayê
Bi ragihandina Konfederasyona Hendbolê ya Asyayî, Îran wê di Çile 2022 de mazûvaniya pêşbirkeyên mêran a vê parzemînê bike.
Li gorî IRNAyê, bi ragihandina Konfederasyona Hendbol a Asyayê, Îran bi fermî dê mêvandariya tûrnûvaya hendbol a herî girîng û bi prestîj a Asyayê bike.
Vê dawiyê, Federasyona Hendbola Îranê nameyek ji Konfederasyona Federasyona Hendbol a Asyayê re şand, ku bi fermî amadebûna xwe ji bo mazûvaniya çaremîn a Şampiyoniya Hendbolê ya Mêran a Asyayê ragihand.
Karbidestên Federasyona Hendbol a Îranê jibo mazûvanîya tûrnûvaya hendbol a Asyayî ya herî girîng û bi prestîj muzakire û şêwirmendîyên xwe yên dijwar domandin ku piştî têkilî û şopandinên rayedarên federasyona Îranê digel karbidestên Asyayî, îro (Sêşem) Federasyona Hendbol a Asyayê bi fermî Îran wekî mazûvanê tura bîstan a Şampiyoniya Hîndbol a Mêran a Asyayê û hilbijartina pêşbaziyên cîhanî yên 2023 ya Swêd-Polonya da nasandin.
Li gorî nexşeya hatî ragihandin, ev pêşbirk dê di Çile 2022 de werin lidarxistin.