Nîsan 04, 2021 08:38 Asia/Tehran
  • Amed Sporê peymana teknîk dîrektor Aykan Atikî betal kir

Rêveberiya Klûba Amed Sporê roja Pêncşemiyê êvarê civiya û di encama civînê de biryar da ku peymana ligel teknîk dîrektorê xwe Aykan Atîkî betal bikin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Li ser vê roja Înê klûbê û Atîkî li hev kir û dawî li teknîk dîrektoriya Atîkî ya ligel Tîma Profesyonel a Fûtbolê anî. Klûbê sipasiya Atîkî kir û ji bo pêşerojê serketin bo wî xwest. Piştî vê teknîk dîrektorê Tîma A a Amed Sporê Aykan Atîk û cîgirên wî xatir xwestin û ketin rê.

Ji bo teknîk dîrektoriya Amed Sporê niha navê teknîk dîrektorê berê Sertaç Kuçukbayraktar derbas dibe. Di rojên pêşiya me de dê teknîk dîrektorê nû yê Amed Sporê diyar bibe.

Amed Spor di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê de dilîze. Tîm di encama 30 maçan de bi 48 pûanan di rêza 8'an de ye.

Serepeyv