Nîsan 03, 2021 17:47 Asia/Tehran
  • Di nîveka yekem a pêşbirka navbera Perspolîs û Pedîdeha Meşhedê de, perspolîs têkçû

Nîveka yekem a pêşbirka di navbera Pedîdeha Meşhedê û Persepolîs de bi serketina mêvandaran re 1-0 derbas bû.

Li gorî IRNAyê, îro (Şemî) saet 4:30 êvarî û di hefteya 19-an a Lîga Premierê ya Futbolê ya Klûbên Îranê de, Pedîdeh li Stadyûma Îmam Reza (S) li Meşhedê li hemberî Persepolîs lîst.

Lîstikê demekê dest pê kir ku du hefteyan ti pêşbaziyek navbera tîmên futbolê li dar nekeiye, eva bû sedem ku deqîqeyên pêşîn ên pêşbaziyê bi kalîteyeke teknîkî ya xerab despê bike.

Hêdî hêdî, Persepolîs lîstik xist bin destê xwe û êrişên cûrbecûr ser derwazeya mazûvanê xwe dan despêkirin, lê di vî halî de nekarî derwazeya mêvandar veke.

Ji Perspolîsê re çend mewqiyên baş ji bo lêxistina golan çê bû, lê nekarî bibaş ji wan îstifade bike. 

Di demên dawiyê yên nîveka yekem de, têkoşana lîstikvanên tîma Mazûvan anku tîma Pedîdeh ji milê rastê bûn sedem ku gog bigihîje "Emîn Qasimînijad" û ev lîstikvanê êrişkerê xwedî ezmûn gola yekem xiste derwazeya Perspolîs û bi golekê li nîveka yekem pêş ket.

Serepeyv